Kulûba fitbolê ya herî bi qîmet Manchester Unitede

Kulûba fitbolê ya herî bi qîmet Manchester Unitede

WAAR_Duhok:

Li gor lêkolîna kovara Forbesê qîmeta Manchester Unitedê ji sedî 12 zêde bû û derket 4,12 milyar dolarî û di rêza kulûbên herî biqîmet da li ser hev cara duyemîn bû yekemîn.

Kulûba Manchester Unitedê ya Îngiltereyê di nav kulûbên fitbolê da kulûba herî bi qîmet e.

Li gor lêkolîna kovara Forbesê ku dahatên sezona 2016-2017an jî hesab kiriye, qîmeta Manchester Unitedê ji sedî 12 zêde bû û derket 4,12 milyar dolarî û di rêza kulûbên herî biqîmet da li ser hev cara duyemîn bû yekemîn.

Dû Manchester Unitedê ra bi qîmeta xwe ya 4,08 milyar dolarî va Real Madrida tîma Spaniyayê tê. Barcelonaya tîma Spaniyayê jî bi qîmeta xwe ya 4,06 milyar dolarî va di rêza sêyem da ye.

Lîsteya 10 kulûbên fitbolê yên herî biqîmet ên sezona 2016-2017an wiha ye:

Kulûb Welat Qîmeta piyaseyê (dolar)
1 Manchester United Îngiltere 4,12 milyar
2 Real Madrid Spaniya 4,08 milyar
3 Barcelona Spaniya 4,06 milyar
4 Bayern Münih Almanya 3,06 milyar
5 Manchester City Îngiltere 2,47 milyar
6 Arsenal Îngiltere 2,23 milyar
7 Chelsea Îngiltere 2,06 milyar
8 Liverpool Îngiltere 1,94 milyar
9 Juventus Îtalya 1,47 milyar
10 Tottenham Îngiltere 1,23 milyar

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.