Kalin: Amerîka wê radest kirina Fethulla Gulen gotubêj bike

Kalin: Amerîka wê radest kirina Fethulla Gulen gotubêj bike

 

Waar–Duhok:

Li gorî daxuyanîyeka peyvdarê serok komarê Tirkîyê, îdareya nû ya Amerîka dê radest kirina Fethulla Gulen gotubêj bike.

Îbrahîm Kalin, peyvdarê serok komarê Tirkîyê ragîhand; îdareya Donald Trump wê di gel hikûmeta welatê wî, radest kirina Fethulla Gulen yê tê sûçbar kirin bi hewla kodetaya serbazî ya sala borî gotubêj bike û got: ew yek dê peywendîyên Enqere û Waşinton baştir bike.

Kalin ew yek ragîhand û daxuyanîya sazîya hewalgîrîya Almanya jî rexne kir ku ragîhandi bû, wan bawerî nîne Gullen dest di kodetaya Tirkîyê da hebe.

Peyvdarê serokatîya Tirkîyê dîyar kir, ew daxuyanîya Almanya belgeyeka aşkereye li ser piştevanîya wî welatî bo Tevgera Xizmet.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *