Jibo rêketina dawîyê şandê Hikumeta Îraqê li Hewlêrê ye

Jibo rêketina dawîyê şandê Hikumeta Îraqê li Hewlêrê ye

WAAR_Duhok:

Şandeka bilind ya Hikumeta Îraqê bi serokatîya parêzgarê Benka Navendîya Îraqê gehşitîye Hewlêrê û îro dê babetên mûçeyê fermanberên Herêmî û geştên nêvdewletî yên firokxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê digel berpirsên Herêmê gotûbêj bike.
Şêrzad Sultan berpirsê Protokulên Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo WAARê diyar kir; Şevêdî şandeka hikumeta Îraqê bi serokatîya ‘Elî ‘Elaq parêzgarê Benka navendîya Îraqê gehşitîye Hewlêrê û îro dê di gel berpirsên Herêmê gotûbêjê li ser rêketina dawîyê lidor pirsa hinartina mûçeyê fermanberan, herwesa vekirina firokxaneyan û deryên sinorî.
Şanda Bexda îro dê di gel wezîrê Darayî û Samanên Siruştî yên hikumeta Herêma Kurdistanê kom bibe û tê çaverê  kirin, rêketina dawîyê lidor wan pirsan bê kirin.
Erşed Şwanî peyamnêrê WAARê li Hewlêrê diyarkir: Hewlêr û Bexda bi rengekê destipêkî û demkî li dor 3ê xalan ta piştî helbijartinên civata Nûnerên Îraqê rêketîne.
Li gorî rêketinê Herêm dê firotina petrola xwe radestî kompanîya Somo bike lê dahatê wê dê ji bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin ku di gel dahatê navxweyê Herêmê, mûçeyê fermanberan pê bê parvekirin, ji bilî wezaretên Perwerdeyê û Saxlemîyê û rêveberîyên Regezname, derîyên sinorî, firokxane û bendavan ku Bexda dê bi stoyê xwe ve bigire.
Herwesa Hewlêr û Bexda rêketin firokexane û derîyên sinorî bikevin li jêr desthelata hikumeta navendî, ew jî piştî danana çendîn karmendên îdarî di gel çavdêrîya êmnahyê, Bexda jî razîbûye danana polîsên fîdral li firokexane û derîyên sinorî yên Herêmê bo demekê nediyar paş bêxe.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.