Ji bo tevlî Ahenga mezin ya Newroz Amedê bibin welatîyên Amedê berev qada newrozê çûn

Ji bo tevlî Ahenga mezin ya Newroz Amedê bibin welatîyên Amedê berev qada newrozê çûn

Newroz Amedê

Ji bo tevlî Ahenga mezin ya Newroz Amedê bibin welatîyên Amedê berev qada newrozê çûn.

Belê ji ber ewlehîyê siet 10 û nivê nû destpêkirin ku tê kevin qadê. Ji aliyê din ve ji bo Kemal Kurkut ê ji beriya 2 sala di têketina Newrozê de hatî kuştin biranîneke hat pêkanîn û parlementerên HDPê qurnefil danîn cihê hati kuştin. Serokên partîyên di tifaqa Kurdistanê de ji tevlî ahengê bûn û axfatin kirin. Peyamên xwe bi rêya waarê parvekirin.

Li Amedê ahenga Newrozê berdewam dike

Li Amedê ahenga Newrozê berdewam dike

Posted by WAARmedia Latini on Thursday, March 21, 2019

Agirê newrozê bi beşdarbûna malbatên ew kesên di greva birçibunê deye hat hilkir. Peyama Leyla guvena Ku eve 134 roje di greva birçibûnê deye ji ji aliyê parlementera HDPê ya Amedê Dersim Dag a ku ew ji di grevê de ye hat xwendin. Herwiha Hevseroka HDPê Pervin buldanê ji gotareke pêşkeş kir û got: “Ji beriya 6 salan min li vê derê peyama brêz Ocalan xwend. Belê pêşiya wi hat girtin. Ji ber vê Silhedin Demirtaş ne li vire. Leyla Guven ne livire. Ev coşa me wê heta 31 ê Aderê berdewam be. Me tifaqa xwe avakir û emê bi vê tifaqê wan rêkin enqere.

Ji aliyê din ve li qadê ligel konserta govend hatin girêdan. Dimenên rengin derketin holê.

Babetên bi vê mijarêve girêday