Ji ber êrîşên Boko Heramê milyonek zarok ji malbatên xwe bûn

Ji ber êrîşên Boko Heramê milyonek zarok ji malbatên xwe bûn

Serokê Dewleta Nîjeryayê Mihemed Buxarî got ku ji ber êrîşên Boko Haramê yên li Nîjeryayê milyonekî zêdetir zarok ji malbatên xwe bûne.

Buxarî li paytext Abujayê Seroka Lijneya Neteweyên Yekbûyî Maria Garcesê ezimand.

Serokê Dewleta Nîjeryayê Buxarî li wê derê daxuyanî da û got: “Ji ber êrîşên Boko Heramê li seranserê welêt ji milyonekî zêdetir zarok ne malbatên xwe dizanin û ne jî zanin ku ji ku derê hatine.”

Di berdewamiya axaftina xwe da Buxarî destnîşan kir ku ew dixwazin ji heqê qeyranên mirovî yên ji ber êrîşên rêxistinê diqewimin, bên der û wiha pêda çû: “Ji bo vê yekê jî ji saziyên navneteweyî alîkarî lazim e. Piştî ku Gola Çadê ziwa bû 30 milyon kesî xwe spart Nîjeryayê. Bi armanca ku bila gol avê bigire jî em hewl didin û ji bo vê jî li çar aliyê dinyayê ji bo ku piştevanî bê dayîn hewl didin. Gelek pire, dibistan, nexweşxane, mizgeft, dêr û avahiyên dina hatin xerakirin. Ev hemû divê ji nû va bên avakirin û ji ber vê jî deriyên me ji bo hemû alîkariyên navneteweyî vekirîne.”

Babetên bi vê mijarêve girêday