Îsraîl wê di 17ê îlonê da hilbijartina pêşwext bike

Îsraîl wê di 17ê îlonê da hilbijartina pêşwext bike

WAAR_Amed:

Li Îsraîlê ji ber ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahû hikûmeta nû ya koalîsyonê ava nekir, biryar hat dayîn ku di 17ê îlonê da cardin hilbijartina pêşwext were kirin.

Li parlamentoyê seba fesixkirina Meclisê dengdayîn çêbû û pêşnûmaya qanûnê ya fesixkirinê bi 74 dengên erê va hat qebûlkirin, 45 kesan jî got na.

Li Îsraîlê di 9ê nîsanê da hilbijartina giştî ya pêşwext hat kirin û tu partiyê bi tena serê xwe 61 parlamenter qezenc nekir ku di meclisa 120 parlamenterî da bi tena serê xwe bibe îqtidar.

Serokoma Reuven Rivlin meha borî Serokwezîr Netanyahû ku bi ferqeke piçûk bû yekemîn, wezîfedar kir ku koalîsyonê ava bike. Lê 5 partiyên ku ketin meclisê li hev nekir û hikûmeta koalîsyonê ava nebû.

Babetên bi vê mijarêve girêday