Îro desteya mamosteyên nerazî dê daxwazîyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî bikin

Îro desteya mamosteyên nerazî dê daxwazîyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî bikin

 

Waar–Duhok:

Desteya mamostayên nerazî, îro digel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê komdibin û mamosta dê daxwazîyên xwe bicin hemberî serokê hikûmetê.

Peyamnêrê War li Hewlêrê ragehand; biryare îro desteya mamostayên nerazî, digel Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêmê û cîgirê wî Qubad talebanî û wezîrê perwerdê Piştîwan Sadiq kombibin, desteya mamostayên nerazî komeka daxwazîyan hene û ji wan jî, nehêlana paşkewta mûçeyên mamostayan û çarekirina gîrobûna mûçeyên wan.

Peyamnêrê War got jî: mamostayên nerazî piştî kombûnê, dê di kongrekê rojnamevanî da, hûrkatîyên kombûnê aşkre biken.

Ev di demekî daye ku sê meh bi ser destpêkirina proseya xwendinê li herêma Kurdistanê derbazbûne, lê desteya mamostayên nerazî li ser baykotkirina dewamê berdewamin û heta niha venegeryane holên xwendinê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *