Îraq.. Xwepîşandan bo roja 29 berdewamin

Îraq.. Xwepîşandan bo roja 29 berdewamin

WAAR_Duhok:

Xwepîşandanên Îraqê li parêzgehên naverast û başur bo roja 29ê li dûv êk berdewamin û li Bexda û Besra, hêzên êmnahîyê hêz dijî xwepîşanderan bikar anîne.
Li bajêrê Bexda paytextê Îraqê xwepîşandan berdewamin û li gorî medya Îraqî xwenîşanderên Bexda li meydanên Tehrîr, Xlanî û Sink û jimareka din ya deveran kom bûne û li pra Ehrar, hêzên êmnahîyê xazên rondik rêj bikar anîn û 20 xwepîşander tûşî bihêntengîyê bûne.
Xwepîşandan li parêzgehên Dîwanîye, Nasrî ye, Mîsan, Musena û Kerbela û herwesa Necef û jimareka din ya parêzgehan berdewamin û li Besra jî xwepîşanderan rêya benderê Um Qesr girtbû, lê hêz dijî wan hate bikaranîn û rê dubare hatîye vekirin.
Di xwepîşandanên duhî jî da, hêzên êmnahîyê li Bexda hêz dijî xwepîşanderan bikar anî û 7 xwepîşander hatine kuştin û bi kêmatî 78 kesên dî birîndar bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday