Iraq ji IMFê 16 milyar dolaran deyn dike

Iraq ji IMFê 16 milyar dolaran deyn dike

Hat ragihandin ku dê Iraq 16 milyar dolaran ji Banka Navdewletî ya Diravan (IMF) 16 milyar dolaran deyn bike.

Cihgirê Serokê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ragihand, hikûmeta Iraqê dixwaze 16 milyar dolaran ji IMFê deyn bike, parlamentoya Iraqê jî razî bûye, ji ber wê jî hikûmetê bi rayedarên IMF û banka navdewletî re dest bi hevdîtinan kiriye.Ehmed Hacî Reşîd got, ‘Beşek ji wî diravî dê ji bo tijîkirina valahiya bûdceyê û yê din jî ji bo xilaskirina projeyên avadanî û elektrîkê were xerckirin.’

Reşîd herwiha diyar kir ku ti pişkek ji wî diravî nagihe Herêma Kurdistanê û ji ber wê jî di dayîna wan deynan de ti barek nakeve ser milê Kurdistanê.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *