Îranê ji bo ku dolar neyê bikaranîn bangî welatên 4+1 kir

Îranê ji bo ku dolar neyê bikaranîn bangî welatên 4+1 kir

WAAR_Duhok:

Welatên 4+1 yên ku di peymana nuklerî ya bi Îranê re teref in biryar dan ku êdî di bazirganiya di navbera xwe da dolar bi kar naynin.

Arîkarê Wezareta Karên Derva yê Îranê Ebbas Arakçî der barê civîna ku bi welatên 4+1 (Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya û Îngîltere) roja înê li Viyanê kiribû de ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî.

Arakçî got di civînê da ew piranî li ser mijara banqevaniyê û petrolê sekinîne ka wê di pratîkê da çi bê kirin.

Arakçî destnîşan kir wezîrên karen derva yên her 4 welatan biryar dane ku bazirganiya bi Îranê û hevkarên xwe yên îqtîsadî re êdî dolar bi kar naynin.

Arakçî got ku di civînê de li ser şirketên ku dixwazin veberhênan li Îranê bikin jî axivîn û di vê mijarê de wê xebatên xwe bidomînin.

Wezîrê Karên Derve yên Çîn, Almanya, Rûsya, Îngiltere, Îran û Yekîtiya Ewropayê (YE) li Viyenaya paytextê Avusturyayê li ser pêşeroja peymana nukleerî ya Îranê civiyabûn.

Civîn bi serokatiya Federîcai Mogheriniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Wezareta Karên Derva ya YEyê hatibû kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerif, Wezîrê Karên Derve yê Çînê Vang Yi, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Îngiltereyê Boris Johnson beşdarî civînê bûbûn.

Di civînê da piştî vekişîna Amerîkayê ya ji peymana nukleerî li ser nexşerêya ji bo domandina peymanê hin hevdîtin hatibûn kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.