Îbrahîmovîç dê li Amerîkayê berdewamîyê bi karê xwe yê fûtbolê bide

Îbrahîmovîç dê li Amerîkayê berdewamîyê bi karê xwe yê fûtbolê  bide

WAAR_Duhok:

Hat îdiakirin ku Zlatan Îbrahîmovîç heyama sala pêş karîyera xwe ya fitbolê wê li DYAyê bidomîn e. Hat payin ku daxuyaniya fermî di 31ê Adarê de wê bê dayin.

Zlatan Îbrahîmovîçê ku bi hêviyên mezin transferî Manchester Unitedê bibû ji ber seqetiyan, zêde şensê lîstinê nedît û alîgirên Unitedê xeyalşikestî kir. Her wiha niha jî tê îdiakrin ku fitbolîstê navdar wê transferî tîmek din bibe. Îbrahîmovîç bi tîma Lîga Premierê Manchester Unitedê re heta meha pûşberê peyman mohr kiribû.

Fitbolîstê 36 salî tê îdiakirin ku wê kariyera xwe ya fitbolê li Amerîkayê berdewam bike û ekîba MLSê LA Galaxy Îbrahîmovîç tevlî kadroya xwe kiriye û îmzeya fermî jî hatiye avêtin. Hat payin ku di tarîxa 31ê Adarê de beriya pêşbirka Los Angeles FCê wê daxuyaniya fermî bê dayin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.