Hulusî Akar: Di çarçova operasyona Pençe, pençe-2 û pençe-3 yê de 676 endamên PKKê hatine ji nav birin

Hulusî Akar: Di çarçova operasyona Pençe, pençe-2 û pençe-3 yê de 676 endamên PKKê hatine ji nav birin

WAAR_Amed:

Wezîrê bergirîya Tirkîyeye Hulusî Akar, tevlî merasima bilindbûna fermandarên arteşa supayê Tirkîyê bû û axivî.
Akar, wiha got:
”Hewldana kudeteya leşkerî ya ji alîye rêxistina Gulenî ve hatibû xwestin bê pêkanîn arteşa Tirkîyê zirarek mezin dît. Piştî ev xaîn ji nav arteşa Tirkîyê hatin paqijkirin supayê Tirkîyê hêztir bû. Ji hewldana kudeteye heta niha 17 hezar û 498 kes ji supayê Tirkîyê ji kar hatine durxistin. Armanca me eve em tevahî paqij bikin.”
Akar ani ziman ku têkoşîna wan ya li hemberî rêxistinên terorî be navber berdewam dike û wiha berdewam kir:
”Arteşa supayê Tirkîyê jibo aramîya 82 milyon kesên li Tirkîyê dijîn têkoşîna xwe berdewam dike. Înşallah emê 82 kesan ji ve belaya terorîstan xilas bikin. Teybet li çarçova operasyona Pençe, pençe-2 û pençe-3 ye de giştî 676 endamên PKKê li nav axa herême de hatine ji nav birin.
Li Îdlîbê supayê rejimê bi piştgirîya Rûsya bi operasyonen esmanî û bejayî pêk tînê û di wan êrîşan de berdewam jin û zarok jî di navde sivîlên qetil dike. Heta niha ji 700an zedêtir kes jîyana xwe ji dest dane û 500 hezar kes sedema wan êrîşan cihê xwe hiştinê û koçber bûne. Jibo rawestandina wan êrîşan Tirkîyê erkê dikeve ser xwe tîne cih.

Serokkomar Erdogan seredana serokê Rûsya Pûtîn kir. 12 bingehên me yên çavdêrî li devera Îdlibê hene. Jibo ewlehîya wan çi gavên pêwşîst be me avêtine. Em êrîşa qebûl nakin û bila tu kes heza me test nake.”

Babetên bi vê mijarêve girêday