HSD dê Bahoza Cizîrê rabigire û hêzên xwe rewaney Efrînê bike

HSD dê Bahoza Cizîrê rabigire û hêzên xwe rewaney Efrînê bike

WAAR_Duhok:

Hêzên Sûrîya Demokrat piştî dagîrkirina ‘Efrînê biryar da operasyona Bahoza Cizîrê rabigire û hemû şervanên xwe jibo berhingarbûna supayê Tirkiyê û supayê Azad rewaney ‘Efrînê bike.
Lîwa ‘Ebdulla, peyivdara operasyona Bahoza Cizîrê ya hêzên HSDê radigehîne; Ewan biryar daye operasyona Bahoza Cizîrê ji bo awayekê demkî rabigirin û hemû hêzên xwe jibo berhingarbûna supayê Tirkyiê û supayê Azadyê Sûrîyê rewaney ‘Efrînê biken.
Bi gotina peyvdara operasyona Bahoza Cizîrê, çûna supayê Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji bo nava ‘Efrînê û herwesa rewanekirina şervanên HSDê ji bo wî herêma rojavayê Kurdistanê, dê xizmeta teroristên DAIŞê bike û mana wan teroristan jî li Sûrîyê dirêj bike.
Ev di demekê daye, îro  Erdogan serokkomarê Tirkiyê dagîrkirina ‘Efrînê ragihand û got: Operasyona wan li derdora ‘Efrînê jî dê berdewam be.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.