Hikûmeta herêmê beyanameya Kantona Cizîrê bi pêkenîn wesif kir

Hikûmeta herêmê beyanameya Kantona Cizîrê bi pêkenîn wesif kir

 

Waar–Duhok:

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê nûçeya desteya bergirîyê ya kantona Cizîrê ret kir ku ragehandibû, çendîn froke li bingehekê serbazî yê herêmê firîne û devera Til Eloyî li Cizîrê bombebaran kirîye.

Dohî di beyanameyekê da ku desteya bergirî û parastinê ya ser bi Kantona Cizîrê hatibû belavkirin, hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê yekê tometbar kirbû ku li 3ê vê mehê çendîn froke li bingehekê serbazî yê esmanî li herêma Kurdistanê firîne û devera Til Eloy ya ser bi kantona Cizîrê ve bombebaran kirîye.

Li hember vê beyanameyê Sefîn Dîzeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê rexne li Kantona Cizîrê girtin û beyanameya wê bi pêkenîn wesif kir û ret kir çi bingehên serbazî yên esmanî li herêma Kurdistanê hebin, da froke jê bifirn û rojava bombebaran bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.