Hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Ebadî da

Hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Ebadî da

WAAR_Duhoik:

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand ku heta niha jî Iraqê daxwaza lîsteya karmend û mûçewergiran ji Herêma Kurdistanê nekiriye û ew nizanin, Ebadî behsa hûrbîniya kîjan lîsteyê dike.

Derbarê daxuyaniya doh ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ku derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîbû, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek da.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî li hember daxuyaniya Heyder Ebadî ya derbarê hûrbîniya lîsteya mûçewergirên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve aniye ziman û ragihand ku heta niha hikûmeta Iraqê daxwaza ti lîsteke mûçeyan ji Herêma Kurdistanê nekiriye û ew weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar nînin û nizanin, ka Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike.

Sefîn Dizeyî daxuyaniya Ebadî weke bangeşe û daxuyaniyên medyayî bi nav kir û diyar kir ku xelkê Herêma Kurdistanê bi başî ji wê yekê têgihîştiye ku ev yek ji bilî daxuyaniyeke medyayî tişteke din nîne, ji ber wê jî ti baweriya wan bi wan gotinan nemaye.

Sefîn Dizeyî wiha dibêje: “Birêz Ebadî ew çend car e ku behsa wê dike, ku qaşo dê mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê bişîne û bo vê yekê jî ew mijûlî hûrbîniya lîsteyên mûçewergirên herêmê ne, lê belê weke ku pêştir jî me gotiye, hikûmeta federal heta niha daxwaza ti lîstekê ji hikûmeta herêmê nekiriye, ji ber wê em agahdar nînin û em nizanin ew kîjan lîste ne ku hikûmeta birêz Ebadî mijûlî hûrbîniya wan e!? Xelkê Kurdistanê êdî baş fêm kirine, ku ew ji bilî daxuyaniyên medyayî, tişteke din nîne, ji ber wê ti baweriya wan bi wan gotinan nemaye.”

Derbarê daxistina deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê de jî, Dizeyî ragihandiye, ku ew biryar cezakirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye û li dijî Destûra Iraqê ye jî, ku li gorî destûrê divê deriyên sînorî û firokexane bi awayekê hevbeş bihêne birêvebirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.