Hijmamareka zêde ya leşkerên Tirkîyê li Oramarê hatine kuştin

Hijmamareka zêde ya leşkerên Tirkîyê li Oramarê hatine kuştin

 

Waar –Duhok:

Di êrişa devera Oramarê ya Bakurê Kurdistanê de, fermandeyê tabûra Oramarê ya artêşa Tirkiyê û bi dehan leşker hatine kuştin. hijmareka leşker jî bi saxî ketine destê PKKê.
Şeva borî li devera Oragmarê ya girêdayî bajarokê Geverê yê Bakurê Kurdistanê, bombe bi karwaneke hêzên artêşa Tirkiyê de teqiyabû, paşê şer û pevçûn di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKKê de derketibû.

Li gorî Serok erkanîya Tirkiyeyê ragihandîye di êrişa devera Oramarê ya Bakurê Kurdistanê de 16 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Rojnamevanê navdarê Tirk Fatîh Altayli jî gotiye, di şerê Oramarê de zêdetirî 30 leşkeran hatine kuştin û cenazeyên wan jî ketine destê PKKê.
Çavkaniyên nêzîkî PKKê jî dibêjin, di şerê Oramarê de 37 leşker hatine kuştin û 12 leşker jî bi saxî ketine destê PKKê.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday