Hêzaka din ya serbazî li Îraqê hat pêk anîn

Hêzaka din ya serbazî li Îraqê hat pêk anîn

 

Waar –Duhok:

Kutleya Rafîdeyn li civata nûnerên Îraqê, ragîhand; hikûmeta Îraqê, razîbûna xwe li dor pêkînana fewceka serbazî bo Kildan û Aşûrî û Sûryanîyan derbirîye û ew hêz dê weku ya mîlîşîyayên Şîe bê ava kirin.

Di beyanekê da, kutleya Rafîdeyn dîyar kirîye; hikûmeta Îraqê razîbûye fewceka weku ya Heşda Şebî ya “mîlîşîyayên Şîe” bo gencên Kildan û Aşûrî û Sûryanîyan bê pêkînan û ew hêz dê li herêma Kurdistanê dest bi rahênanê bikin û dê pişkdarîyê di rizgarkirina Mûslê da, bikin.

Xuyajî kirîye; wan daxwaz ji hikûmeta Îraqê kirîye,wê hêzê bixe ser mîlakê zêrevanên niştîmanî û budçe û çek û pêdvîyên serbazî yên wan, bigre ser xwe.

Babetên bi vê mijarêve girêday