Herêm û Bexda li dor mûçe û vekirina firokxaneya rêketin

Herêm û Bexda li dor mûçe û vekirina firokxaneya rêketin

WAAR_Duhok:

Şandên Hikumeta Îraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kombûn û peyamnêrî WAARê ragihand; Herdu alî li dor vekirina firokxaneyan û derîyên sinorî û mûçeyê fermanberan gehiştin rêketinê.
Erşed Şiwanî peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragihand; Şandên Hikumeta Îraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê kombûn û pêşdabirina banka Navendî li Hewlêrê û herwesa awayê xerckirina wan 250 milyar dînarên pêştir Bexda rewane kirîn, gotûbêj diken û bas li rêketina dawîyê li dor vekirina firokxaneyan û derîyên sinorî û mûçeyê fermanberan kirin.
Got jî: Herdu alî gehşitîn rêketina dawîyê û niha mijûlî dariştina reşnivêsê rêketinê ne û çaverêye parêzgarê banka Navendî ya Îraqê û wezîrê Darayî yê Herêmê prêskonferansekê sazbiken.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.