Hemama Artukluyê ya dîrokî tê barkirin

Hemama Artukluyê ya dîrokî tê barkirin
WAAR_Amed:
Hemama 650 sal e li nevçeya Heskîfa Êlihê piştî 650 salan ji cihe ve hat rakirin. Bi xilaskirina projeya bendava Ilısûyê dê hezar û 257 şûnwarên dîrokî bimînin bin avêde.
Wezareta Parastina Heyîneyên Kelepûrî ya Tirkiyeyê bi projeyeke 30 milyon dolarî hewl da ku piştî Tirba Zeynel Beg hemama Artukluya jî ji binavbûne rizgar bike. Bi alîkariya kompanyeyeke hollandî ev şûnwar, ji bo erdeke din hat veguhestin. Bi tewlîbuna wezîre çandinî û Daristane Bekîr Pakdemîrlî dê be danîn cihe ve ye nû.
Ji bo vê berhemê reyeka bi 2 kîlometre dirêj hatiye vekirin û ev berhema hezar û 500 tonî dê bi meşîneyeke taybet, bi alikariya 52 endezyaran, 3 sietan ji cihê nû re hat veguhestin. Her wisa ev rêbazeke nû ye ku yekem car dê li Tirkiyeyê hatibû ceribandin.
Îsal dê beriya Çemê Dîcleyê bê girtin û weke hemama Artukluya û Tirba Zeynel Beg bi hezaran berhemên bajaroka Heskîfê dê yek bi yek di bin avê de bimînin. Ev tê wateya têkçûyîna geştyariya bajarokekê ku temenê wê digihîje devdevê 12 hezar salan. 
Heskîf ji dîroknasan re wek laboratuar, ji geştyar û seyranîyan re wek navçeyeyeke sereke ye.
Navçeya Heskîfê 35 kîlometreyan başûrê bajarê êlihê ye û di dîrokê de di bin hukumraniya Roma, Bizans, Emewî, Ebbasî, Eyyubî, Hemdanî, Merwanî, Artukî, Mogolî Akkoyunî û Osmaniyan de maye.
Hejayê gotinêye Tirba Zeynel Beg Gulana sala 2017an hatibû veguhastin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.