HDPê berbijêrên xwe dan nasandin û bernama xwe ya hilbijartinan eşkere kir

HDPê berbijêrên xwe dan nasandin û bernama xwe ya hilbijartinan eşkere kir

WAAR_Amed:

Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê li Enqere di hola oteleke de berbijeren xwe dan nasandin û bernama xwe ya hilbijartinan eşkere kir.

Di çalekîye de hevseroka HDPê Pervîn Buldanê axaftinek kir û wiha got: ”Gelên Tirkîye bila bizanin xema Soma û Roboskî wek heve. Jibo vê divê em tekoşîna xwe mil milan re bikîn. Kesen mazlum ne tinenê jibo HDPê heye, bila koşk ya wan be qad ya meye. Em bi hevre bejin ya me ye û em biçin serbikevin.”

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî rexne li hukumete kirin û wiha axivî: ”Ez slawa li Leyla Gûvenê ku eve 101 roja li gireva birçîbûne de û hevalen me yên din dikim. Îro Tirkîye li qeyraneka mezindeye ji alîye sîyasî, aborî, ciwakî ve di qeyranekedeye û sedema we jî Erdogan û AKPê ye. Piştî 15e tîrmehe 170 ragihandin hatine girtin bi sedan rojnamewan li girtîgehadene, jibo peyamen medya ciwakî li girtîgehandene. Darez e bawerîya xwe berzekirîye. Hiqûk biryaren dadgeha mafe mirovan qebûl nake. Li Tirkîye her diçe ev qeyran zedêtir dibe. Bê karî buye sede 12, gendalî li hemu alîyan berdewam dike. Ev hukumet nikare hedî revebibe. Pirsgireka 80 milyona bi 80 dezgaha dive çareser bike. Suce xwe li ser medya xwe di veşerê û HDPê weke neyara nîşan dide em çuke xwe na çevînin. Emê qayyma paşve firekin. Em du bendîye nakin û cudahîye na êxin nav tu alî û olîyan de. Eme demokrasîye ji herema berev gel bidin dest pe kirin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday