HDP: Namzedê me yê serokomariyê Selehattin Demirtaş e

HDP: Namzedê me yê serokomariyê Selehattin Demirtaş e

WAAR_Duhok:

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku namzedê serokomariyê ya partiya wan di hilbijartina 24ê Hezîranê de Selahattin Demirtaş e.

Meclisa partiya HDPê biryar da ku di hilbijartina di 24ê Hezîranê de namzedê partiya wan Hevserokê berê yê HDPê Selehattin Demirtaş e.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnik Kurdistanê re da zanîn ku civîna partiyê hêj dewam dike û biryar bi fermî nehatiye ragihandin, lê di civînê de biryar hat girtin ku Demirtaş bibe namzed.

Herwiha li gorî rojnameya Birgunê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, Demirtaş jî bersiveke erenî da ye daxwaza namzediya serokomariyê.

Berî çend rojan Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kiribû ku di 24ê Hezîranê de hilbijartina pêşxwet were kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.