Hawking: Divê mirovahî ji xwe re li cihekî din bigere

Hawking: Divê mirovahî ji xwe re li cihekî din bigere

WAAR_Duhok:

Di beşa duyem ya belgefîlma bi navê Stephen Hawking’s Favorite Places (Cihên Favorî yên Stephen Hawking) de fizîknasê navdar ragihand ku berdewam kirina germahiya gerdûnî dê nehêlê mirov li cîhanê bijîn û piştî 200-500 salî divê mirov ji xwe re li dereke din bigerin bo jiyanê.

Di beşa duyem ya belgefîlam Stephen Hawking’s Favorite Places de fizîknasê navdar diyar kir ku germahiya gerdûnî dê jiyana li cîhanê bêne asteke ku lê neyê jiyîn.
Hawking herwiha got: “Heke we kesekî ji guherîne kişweran bawer nake dît jê re bibêjin bila biçe Venûsê. Mesrefên rêwîtiyê ez ê bidim.”

Li gor lêkolîna NASAyê ya sala 2002an, gerestêrka Venûsê, berî bi çar milyar û pêncsed hezar salî, gerestêrkeke wekî cîhanê bû ku av û nebat lê hebûn, lê belê ji ber germahiyê oqyanûs zuwa bûn û kete rewşa îro de. Bi karîgeriya gaza serayê germahiya li ser rûyê gerestêrkê gihaşt 462 pîleyan.

Hawking diyar kir ku temenê cîhanê çar milyar û pêncsed hezar sal e û divê mirovahî piştî 200 an jî 500 salî ji xwe re li cihekî din yê ji bo jiyanê bigere.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.