Hami Aksoy “Bi biryarbûna me Emerika biryara vekêşana supaye xwe ji Surî da”

Hami Aksoy “Bi biryarbûna me Emerika biryara vekêşana supaye xwe ji Surî da”

WAAR_Amed:

Berdevkê wezareta derve ya Tirkiye yê Hami Aksoy li ser rojevê agahî dan çapemenîyê.

Aksoy di derbarê vekêşana Emerika ji Surî got: “Bi biryarbûna me Emerika biryara vekêşana supaye xwe ji Surî da. Di vê destur neyê dayin ku YPGê têkeve Minbiçê.” Herwiha Aksoy li ser İdlibê ji got: “Ji bo ku ew rêkeftina li İdlibê hati avakirin neyê ruxandin em çalekin. Em dizanîn rejim dixwaze vê ji navbibe. Belê em destur nadin.” Hami Aksoy li ser hatina Senatorê Emrikî Graham ya ji bo Tirkiye yê ji destnişankir ku ewê naveroka hevditina Suri be û ewê ji bilî Erdogan bi wezirê bergiriyê Hulusi Akar, Wezirê Derve Çavuşoglu û serokê Mitê Hakan fidan re hevditina bike. Hejayê gotinê ye ku Aksoy got ku ji bo civina Hevpeymanîya dijî Daiş ê Wezirê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu wê 6 Sibatê biçe Emerika.

Babetên bi vê mijarêve girêday