Gundî mîna berê zibare dikin û birinc diajon

Gundî mîna berê zibare dikin û birinc diajon

WAAR_Duhok:

Li Gonullu û Akyara gundên Gercuşa navçeya Elihê gundî li zeviyên ku makîne nakevin navê zibare dikin û birinc diaşon.

Li Gercuşê gundî ji ber ku makîne nakevin navê li zeviyên xwe mîna berê zibare dikin û dixebitin.

Li gundên Gonullu û Akyarê gundî li qadeke 50 donimî da ajotina birinc mîna berê zibare dikin.

Gundî ber destê sibehê tên ser zeviyê û hin welatî av didin, hin kes radikin û hin kes jî bi bêran hewzên birinc tê da tên ajotin vedidin.

Ji gundiyan Hakan Kavak diyar kir salê 2 cure birinc diajon û wiha got: “Em tên alî hev û ajotina birinc zibare dikin. 3 meh şun da jî îcar em çinîna birinc zibare dikin. Em salê 2 caran birinc diajon.”

Nezîr Kardaşê cotkar diyar kir em carê zeviya yekî zibare dikin û wiha got: “Erazî asê ne û makîne nayên ser. Loma jî em bi heywanan mîna berê radikin. Em zibare dikin û carê diçin ser zeviya yekî din.”

Babetên bi vê mijarêve girêday