Google wê daneyên bikarhênerên xwe otomatîk jê bibe

Google wê daneyên bikarhênerên xwe otomatîk jê bibe

WAAR_Duhok:

Şirketa teknolojiyê ya Amerîkayê Google wê bi saya xebateke nû destûrê bide daneyên aktîvîteyên înternetê û cih ên bikarhêneran bi awayekî otomatîk ji sîstemê jê here.

Li gor nûçeya malpera nûçeyên teknolojiyê ya The Vergeê, şirketê di meha gulanê da eşkere kiribû ewê bi taybetmendiyeke nû va daneyên aktîvîte û cih ên bikarhênerên xwe otomatîk jê bibe û Google niha wê vê xebatê bike rewacê.

Di civîna Kalîforniyayê ya bi navê “Google I/O 2019″ê da behsa girîngiya daneyên şexsan û ewlehiya wan hatibû kirin. Bi saya vê taybetmendiyê kesên înternetê û Googleê dixebitînin wê bikaribin daneyên xwe bi rê va bibin, ji Googleê bixwazin ku daneyên wan ên bikaranîna înternetê û rabirdûya cih bên jêbirin.

– Piştî 18 mehan wê otomatîk bên jêbirin

Kesên Googleê bi kar tînin berê diketin hesabê xwe û ji qismê duristkirinê daneyên xwe jê dibirin. Lê piştî vê taybetmendiya nû mirov wê bikaribin daxwaz bikin ku daneyên wan di navbera 3 û 18 mehan da ji pergelê bên jêbirin. Heke şexs vê daxwazê nekin dane wê 18 mehan bên veşartin û piştî 18 mehan wê otomatîk bên jêbirin.

Di hefteyên pêş me da ev taybetmendî wê ji Androîd û îOSê ra bên pêşkêşkirin da ku di wan da bên bikaranîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday