Erdogan: Ev operasyon heta ne gihije armanca xwe bi dawî nayê

Erdogan: Ev operasyon heta ne gihije armanca xwe bi dawî nayê

WAAR_Amed:

Serokkomarê Tirkiye yê Recep Teyyip Erdogan ji beriya biçe Macaristanê li firokxaneyê pirsên rojnemevanan bersivand.

Erdogan ji bo hinek hevditin û têkilîyên dualî seredana macaristane dike. Erdogan di derbarê operasyona “Kaniya Aştiyê” de got: ” Hêj êrîş li ser artêşa Sûrî berdewam dike iro ji 11 kes hatine kuştin, belê mirî yên wî ali zêdetirin. Ev operasyon heta ne gihije armanca xwe bi dawî nayê.”

Erdogan di derbarê malbata Begdadî û endamên rêxistina Terorî DAİŞê ji wiha got: “Ji bo me giringe ku li gel hevjina wî zarokê wî ji di destême deye û lêkolîn bi biryarî berdewam dikîn. Heta niha biryara têktin nav axa mede ya 76 hezar DAİŞ îyan hatîye dayîn. 7 hezar û 550 DAİŞ î ji ji welêt hatîne derxistin. Hezar û 149 ji di girtigehê dene.”

Ji aliyê din ve Erdogan li ser seredana xwe ya Amerika ji got: “Min bi Trump re hevditin kir û bi hevalên xwe me istişare kir, dawiyê ji me biryar da ku emê seredana Amerika bikîn. Demek nêz de li gor rewşê ezê bi Pûtin re ji hevditinekê bikîm.”

Babetên bi vê mijarêve girêday