Erdogan: Ên ku şaredarîyan bo xizmetê bikar neînin, çarenivîsa wan weke HDPîyan dibe

Erdogan: Ên ku şaredarîyan bo xizmetê bikar neînin, çarenivîsa wan weke HDPîyan dibe

WAAR_Duhok:

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ên ku şaredarîyan bo xizmeta gelî bikar neînin, dê çarenivîsê wan weke yê şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê be.

Recep Teyyip Erdogan Serokkomarê Tirkiyê li bajarê Rîze yê Tirkiyê li dor dûrxistina hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDPê û danana qeyyuman li şûna wan, ragihand: Ew dê di qonaxa bihêt de bi heman hestîyarî çavdêrîya şaredarîyan bikin û di dema pêdivî de îradeya xwe bikar bînin û hemû şaredarên şaredarîyan ji derveyî xizmeta gel û bajaran bikar tînin dê çarenivîsê wan heman çarenivîsê şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê be.

Serokkomarê Tirkiyê got jî: Dê di hilbijartinên bihên de bêy cudahî avakirinê bi bajaran deyne nîysasîn, ne herfandinê.

Babetên bi vê mijarêve girêday