Endamên Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê sond xwar

Endamên Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê sond xwar

WAAR_Duhok:

Endamên Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê sond xwar.

Li gor nûçeya SUNAya ajansa nûçeyan a fermî a Sûdanê, Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê biryarname weşand û Mifetişê Giştî yê Hêzên Çekdar Orgeneral Ebdulfettah el-Burhan wek Serokê Konseyê, Fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Orgeneral Mihemed Hamdan Daklu wek Alîkarê Serok hat tayînkirin.

Bi biryarnameyê va Orgeneral Omer Zeynelabidîn, Orgeneral Ettayyîb Babekir Elî Fadil, Korgeneral Salah Ebdulxaliq Seîd Elî, Korgeneral Celaluddîn eş-Şêx et-Tayyîb, Korgeneral Yasîr Ebdurrehman Hesen el-Ettar, Korgeneral Mistefa Mihemmed Mistefa Ehmed, Tumgeneral Îbrahîm Cabir Îbrahim û Korgeneral Şemseddîn Kebbaşî Îbrahîm wek endam hatin kifşkirin.

Korgeneral Şemseddîn Kebbaşî di heman demê da bû berdevkê konseya eskerî.

6 endamên Konseya Berwext a Eskerî ji artêşê, endamek ji teşkîlata asayîşê û endamek jî ko teşkîlata îstixbaratê hat hilbijartin.

Alîkarê Serokê Konseyê Orgeneral Mihemed Hamdan Daklu û 8 endam li hizûra Serokê Konseya Eskerî Birhan û Serokê Dadgeha Temyîzê Ebdulmecîd Îdris sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday