Emrîka: Tirkîyê S-400 bikrît firrokeyên F-35 wernagrît

Emrîka: Tirkîyê  S-400 bikrît firrokeyên F-35 wernagrît

WAAR_Duhok:

Balyozê destinîşankirî yê Emrîka bo Tirkîyê ragehand; Enqere sîstemê bergirîya asmanî S-400 bikrît, dê xwe tûşî kêşeyan ket.
Dêvd Maykil Saterfîld, balyozê nû yê Emrîka bo Tirkîyê yê ji alîyê Trumpî ve hatîye dîyar kirin ragehand; ji ber girêbesta sîstemê bergirîya asmanî S-400 yê Rosî, niha peywendyên Emrîka û Tirkîyê di qunaxeka hestîyar dane û got: pêdvîye Hikumeta Tirkîyê zû biryarê bidet, yan S-400ê bikrît yan jî pişkdarîyê di bernameyê firrokeyên şerker yên F-35 da biket.
Herweha daîye zanîn jî; Tirkîyê S-400 bi helbijêrît, dê ji firrokeyên F-35 û sîstemê bergirîya asmanî Patiryot bê behir bît, herweha dê tûşê sizayên dijwar jî bît.

Babetên bi vê mijarêve girêday