Doza Hevserokê HDPê ye berê Silhedîn Demirtaş, ya duh destpêkirî li Enqereyê berdewam dike

Doza Hevserokê HDPê ye berê Silhedîn Demirtaş, ya duh destpêkirî li Enqereyê berdewam dike

WAAR_Amed:

Hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê yê berê Silhedin Demirtaş ji doza hati girtin li dadgeha Sîncana navçeya Enqere ku duh destpekirî îro berdewam dike.

Rûniştina Demîrtaş bi reya Vîdyokonferansê tevîl bûyî ji alîyê hevseroka HDPê komek parlementerên HDPê û gelek parezêr vê tê şopandin. Demirtaş di di bergirîya xwe de rexne li berbijerê AKPê ya şarederîya mezin ya Stenbol Bînalî Yildirim kir. Yildirim duh rexne li banga Demîrtaş ku piştgirî jibo berbijere CHPê Ekrem Îmamoglu kiribû û gotibû, ”Niha endamên Partîya Baş û MHPê ve çawe denge bidin CHPê eve piştgira rexistina terorî û kesê ji kuştina gelek kes jibo wan dengan dixwaze.”

Demîrtaş wîha bergirîya kir: ”Mînak rexistina Gulenî ji min hez nedikir belê wî demî gelêk ji kesê bebextîyan li min dike ji Bînalî Yildirim hezdikirin. AKPê eve çend salin ji rexneyenmin ye li hemberî rexistina gulenî tore dibin. Ez ne girtîme ez sîyasetmedarek dil girtîme. Ez bi xwe li girtîgehedeme belê AKPê li derve dixwaze partîyamin ji nav bibe û siza bike. Ya ev dikin namerdî ye ne diristîye. Ez li derve bûyam mine bersiva wî bida. Min li gor polîtîkayen partîya xwe li ser hilbijartinan Twîttek parwe kir. Ev li ser mafe partîyamin e û gel e. Tu mafê min ye şexsî tuneye belê Bînalî Yildirim mafe wî nebit gunehe xwe nade kese.”

Demirtaş bi îddiayên wekî avakirin û rêvebirina rêxistina terorê, propagandaya rêxistinê û pesindayîna sûc û sûcdar tê darizandin û ji wan sucan heta 142 salan sizayê zindanê jê re tê xwestin. Doz ve berdewam dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday