Donald Trump û Kim Jong-un civiyan, rêkeftineke girîng û berfireh’ îmze kirin

Donald Trump û Kim Jong-un civiyan, rêkeftineke girîng û berfireh’ îmze kirin

WAAR_Duhok:

Civîna di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Singapurê hat lidarxistin. Piştî civînê herdu serokan diyar kir ku wan metneke hevpar îmze kiriye lê naverok nehat eşkerekirin. Trump ragihand ku metên rêkeftine ‘metnekî berfireh e.’

Di tarîxê de caran yekem serokekî Koreya Bakur û serokekî Amerîkayê li hev civiyan. Piştî hevdîtinên di navbera şandeyan û xwarina xebatê serokan metnekî hevpar îmze kirin lê derbarê naverokê de agahî nehatin parvekirin.

 

Trump, “Piştî demeke kurt hûn dê her tiştî bibînin. Me nameyeke berfireh û hevpar îmze kir. Bi ya min dê bandora li herdu aliyan jî bike. Herdu aliyan jî hewil dan, bi nêteke baş nêzî mijarê bûn. Em jî rûdanên îro kêfxweş in.” Serokê Amerîkayê bal kişande ser pêvajoyê û got, “Em dê pirseke mezin çareser bikin û em dê vêya ji bona dinyayê bikin.”

 

Trump da xuyakirin ku di navbera wî û Kîm de peywendiyeke taybet heye û teqezî li ser wê yekê kir ku bêçekbûna nukleerî ya Koreya Bakûr dê di zûtirîn demê de dest pê bike. Lê nayê zanînku ev yek dê were wê wateyê ku hemû çekên nukleerî werin jinavbirin an na.

 

Trump herwiha ev tişt gotin:

“Me hevdîtinên têr û tije pêk anîn û ji bo me herduyan jî encamên baş derketin. Ji bo ku li gel we me (Kim Jong-un) ez kêfxweş im, spasiya we dikim.”

Kîm jî hevdîtin weke ‘tarîxî’ bi nav kir, “Me biryar da ku raborî li raboriyê bimîne. Em dikin belgeyeke tarxî îmze bikin. Dê guhertinên mezin pêk werin. Ji bo hevdîtine ez spasiya Trump dikim.”

Trump herwisa diyar kir ku ew dê Kîmî bo Koşka Spî vexwîne û dê li wir jî hevdîtinê pêk bîne, “Kîm yekî bi qabîliyet e û ji welatê xwe hez dike”

 

Di vê navberê de her çiqasî bi awayekî nehatibe eşkerekirin jî, wiha dixuyê ku Kim ‘dê hemû çekên nukleerî ji nav dibe’ û tê gotin ku Amerîkayê jî soza ewlekariya dide Koreya Bakurî.

4 xalên rêkeftinê wiha ne:

  • Dê Amerîka û Komera Gel a Koreya Bakur (KDHC) di warê aştî û refahê de peywendiyên nû deynin.
  • Amerîka û Koreya Bakur ji bo aştiyeke mayînde û seqamgeriya Nîvgirava Koreya Başur dê bi awayekî hevpar hewil bidin.
  • Li gorî Deklarasyona Panmunjomê ya 27ê Nîsana 2018an Koreya Bakur teahûd dike ku hemû çekên atomî ji nav bibe.
  • Amerîka û Koreya Bakur teahud dike ku êsirên şer ji di nav de kesên ku hatine diyarkirin, vegerin welatên xwe

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.