Di şewata li Japonyayê da 23 kes mirin

Di şewata li Japonyayê da 23 kes mirin

WAAR_Amed:

Hat ragihandin ku li Kyotoya herêma Japonyayê agir berdan studyoya anîmasyonê, di şewatê da 23 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku kesekî sotemenî li avahiya studyoya 3 qatî ya li Kyotoyê reşand û agir berî avahiyê da.

Çavkaniyên agirkujiyê destnîşan kirin ku di şewatê da herî kêm 23 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn, polêsan diyar kirin ku kesê dibêjin agir berî avahiyê daye yê 41 salî jî di nav birîndaran da ye û rakirin nexweşxaneyê.

Wekî mayîn hat ragihandin ku polêsan li dewsa bûyerê kêr dîtin.

Tê texmînkirin ku di dema derketina şewatê da 70 kes di avahiyê da bûn.

Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku pêşiyê dengê teqînê bihîstin û paşê ji avahiyê duman derket.

Studyoya bi navê “Kyoto Animation” (KyoAni) a di sala 1981ê da hatiye avakirin bi gelek fîlmên anîmasyon û rêzefîlman tê zanîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday