Danîmark: Destûr nayê dayîn ku penaber hevdu berdin

Danîmark: Destûr nayê dayîn ku penaber hevdu berdin

WAAR_Duhok:

Li Danîmarkayê destûr nayê dayîn ku jin û mêrên penaber yên li welêt dijîn hevdu berdin.

Rojnameya Polîtîkenê der barê penaberên li welêt dijîn û dixwazin hevdu berdin da nûçeyek weşand.

Rojnameyê wek çavkanî biryarên Îdareya Dewletê (Statsforvaltningen) ya ku kar û barê hevduberdanê dimeşîne nîşan da û got li gor xala 3yemîn a madeya 7emîn a Qanûna Biyaniyan li Danîmarkayê penaberên ji wan ra destûra berwext a îqametê hatiye dayîn, nikarin hevdu berdin.

Li gor qanûna biyaniyan li Danîmarkayê heke biyaniyek bixwaze jina xwe an jî mêrê xwe berde divê îqametgaha wî li welêt hebe. Destûra îqametê ya berwext li Danîmarkayê wek îqametgaha rastîn nayê qebûlkirin.

Hat ragihandin ji ber vê qanûnê Îdareya Dewletê dema penaber serî li wan didin ku hevdu berdin, van serîlêdanên malbatan qebûl nake.

Piştî vê nûçeyê siyasetmedarên ji Partiya Demokrat a Civakî û Partiya Gel a Danîmarkayê fikrên xwe gotin û bang kirin ku ev qanûn divê bê guherandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday