Ciwanek di bendava Duhokê de xeniqî

Ciwanek di bendava Duhokê de xeniqî

WAAR_Duhok:

Hat diyarkirin ku li bajarê Dihokê ciwanekî 18 salî dema ku ji bo avjeniyê ket bendava Dihokê, tê de xeniqî.

 Îro li siat 13:00ê nîvro yê îro ciwanekî 18 salî li bajarê Dihokê di dema avjeniyê de di bendava Dihokê de xeniqiye û tîmê avjeniyê yê bergiriya şaristaniya Dihokê gihîşt cihê bûyerê û termê wî ciwanê navborî ji bendavê derxist.Hat destnîşankirin ku termê wî ciwanî ji bo lêkolînê ji Saziya Tibê ya Edliya Dihokê re hat şandin.

Îsal heta niha 14 kes di vê bendavê de xeniqîne û termekî ji wan, ku zarok bû, nehat dîtin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.