ÇîROKA SÊ BIRAYAN!

ÇîROKA SÊ BIRAYAN!

Berhevkar: Metîn ŞEKER

Hebû û qet tunebû.
Şevek ji şevên tarî yên Kurdistanê, li malekê xemgîniyeke pir mezin hebû.

Bavekî nexweş ê li ber mirinê, her sê kurên xwe dabû dora xwe û wesîyeta xwe ya dawî li wan dikir:
– Lawên min wisa xuya ye hûn jî ji bo debara mala xwe bikin, wek min hûnê jî, bazirganîya binxetê bikin. Hûn herin binxetê, wê du rê derkevin pêşîya we. Wesiyeta min li we hûn tu carî ber bi rêya çepê ve neçin, her dem rêya rastê bigrin û aqubeta nava xwe biparêzin.

Heman roj bavê wan diçe ber dilovaniya Xweda.

Piştî heftiyekê, birayê mezin bang li her du birayên xwe dike û dibêje wan;
– Ez ê herime binxetê, hûn hay ji hev hebin.

Birayê mezin heqîbên xwe bi bastêq, meşlûr, bihîv û gûzan tijî dike, xatir ji her du birayên xwe dixwaze, li hespê xwe siwar dibe û bi rê dikeve.

Piştî rojekê tê ser sînorê ku du rê ji hev diqetin. Demekê li wir difikire û ji xwe re dibêje; gelo bavê min çima got rêya çepê negre û dikeve bin meraqiyeke mezin. Ji nişka ve berê hespê xwe dide rêya çepê û hespê xwe dide çar gavan.
Dema dikeve rêya çepê, xezalek wek çirûskê ji pêşiya hespê dibeze û mêrik bi hespê xwe ve dide pey xezalê. Piştî qederekê tê ser mêrgekê û xezal wek xeyalek ji ber çavan wenda dibe. Bi wê ecêbmayînê re li der û dora xwe dinêre, avahîyeke weke qesrê dibîne. Li ber qesrê kaniyeke derdora wê bi gul û çîçekan hatiye xemilandin heye. Hêdî hêdî tê serê kaniyê, ser û çavên xwe dişo, xwarina xwe dixwe û xwe li ber kanîyê dirêj dike, pêre jî dikeve xeweke giran. Piştî du sê saetan bi dengekî pir bi heybet ji xewa şîrîn vediciniqe, radibe ser lingan û mat mayî li wî mirovê ji serî heta lingan xwe reş girê daye dinêre. Bi tirs jê dipirse:
– Tu kîyî û çi ji min dixwazî?
-Ezim ez Ereba zengî me, serdara vê mêrgê me. Ev qesra hanê ji seriyên kesên bê destûr hatine vê derê hatiye lêkirin.

Bi gotina xwe re şûrê xwe ji kalan dikşîne, bi derbekê re serê rêwî difirîne.

Piştî mehekê her du bira dikevin nav fikaran. Birayê navîn ji birayê xwe yê biçûk Mîrzade re dibêje;
– Ez ê li pey birayê me herim û binêrim ka çi bi serê wî ve hatiye.
Birayê navîn li hespê xwe siwar dibe û bi rê dikeve. Bi heman şêwazî, aqûbeta birayê mezin tê serê birayê navin jî. Piştî birayê navîn jî venagere, Mîrzade fam dike tiştekî xerîb heye.

Mîrzade radibe şûr û mertalê xwe girê dide, li hespê xwe yê rewan siwar dibe û bi lez bi rê dikeve. Heta sînor bê rawestan bi çargavî hesp dajo. Dema tê sînor, ji hespê xwe peya dibe, diçe serê herdu rêyan û di ber xwe de dibêje; wisa xuya ye her du birayên min wesiyeta bavê min pêk nehanîne. Ew jî li hespê xwe siwar dibe û bi lez rêya çepê digre. Xezalek ji ber lingê hespê wî jî weke bayê dipeke. Mîrzade baş fam dike ku tofan bi serê her du birayên wî ve hatiye. Ji neçarî dide dû şopa xezalê, heta ku ew jî tê wê mêrgê. Dest û ruyê xwe dişo, xwarina xwe dixwe û serê xwe datîne û radizê.

Piştî çend saetan Mîrzade bi dengekî pir bi heybet ji xewê radibe û li hember xwe mirovekî bi şûr û mertal, seranpê reş girêdayî dibîne û li Mîrzade dike qêrînî:

– Ev mêrga hanê, mêrga bavê te ye tu bê destûr têyî vê derê?

Mîrzade bi ziktêrî dibêje;
– Mêrg ne mêrga bavê min e lê ez li pey tola her du birayên xwe me, tu kî yî û çi yî?

– Ezim ez Ereba Zengî me, serdara vê mêrgê me. Ev qesra hanê ji seriyên kesên bê destûr hatine vê derê hatiye lêkirin.

Piştî van gotinan, Mîrzade radike şûr û mertalê xwe û bi tundî êrîşê Ereba zengî dike. Şer di navbera wan de sê roj û sê şevan dom dike. Mîrzade bi hêrseke pir mezin dibêje ya Yezdanê dîlovan û bi hemû hêza xwe şûr li mertalê Ereba zengî dixe, ji ber derba şûre Mîrzade şev ronî dibe. Ereba zengî li ser piştê li erdê dikeve û Mîrzade xwe davêje ser, şûr dide situyê wî û bi yek carî şara reş ji serê wî dikşîne, lê Mîrzade çi bibine; porekî zerzêrîn bedewîyeke nedîtî reşayiya şêvê ronî dike. Mîrzade li hember vê xweşikî û egîtiya Ereba zengî matmayî dimîne. Pîştî sergêjiya xwe derbas dike, ji Ereba zengî dipirse:
– Li vê çola hanê, keçikeke wek te bedew û xweşik çima xwe li vê mêrga hanê bi tenê hiştiye û ji mirovahiyê bi dûr ketiye? Tu dikarî ji min re bêjî?

– Di serî de bêjim; xwîna min li te helal e. Ji ber ku min du birayên te kuştîne. Lê tu bixwazî ez ê serpêhatîya xwe ji serî heta dawîye ji te re bêjîm.

– Ez ê gelekî dilxweş bibim.

– Baş e Mîrzade, ez ê jîyana xwe bi kurtahî ji te re bêjîm: Ez keça keyê Zengiya me. Ji biçûkiya xwe ve min perwerdeya leşkerî girtiye. Ji zikê xwe têr û di warê leşkerî de pir serkeftî bûm. Rojekê bavê min bang li min kir û ji min re got ez ê te bidime kumandarê xwe, lê min qebul nekir. Bavê min bi zorê xwest ez bizewicim. Ez neçar mam revîyam û hatim vê derê. Min soz da xwe ku mêrên di vir de derbas bibin ez ê wan vexwînime şer. Yên pişta min daneynine erdê wê serê wan here û yê pişta min deyne erdê, hem serê min hem jî bedena min lê helal e. Mîrzade biryar a te ye. Dixwazî min bikuje û dixwazî bi min re bizewice. Ez ji herduyan re jî amade me.

Mîrzade demekê dirame û dibêje; fikirî û got;
– Herçendî te du birayên min kuştibin jî, dilê min rê nade ez te bikujim. Zewaca bi te re dipejirînim.

Her du li wir sozê didine hev ku heta mirinê wê dev ji hev bernedin. Lê Ereba zengî Mîrzade dide sondê ku wê tu carî destê xwe nede nivişta bi keziya wê ya çepê ve girêdayî ye.

Her du jî li hespê xwe siwar dibin tên li nêzî çemê feratê xanîyekî ava dikin û bi salan li wê derê dijîn.  Rojeke biharê ber bi evarê ve, li serê girekî, her du li çemê feratê temaşe dikin. Li ber sira bayê biharê Ereba zengî serê xwe datîne ser çoka Mîrzade û di xew da diçe. Çavên Mîrzade bi nivişta bi kezîye wê ve girêdayî ye dîkeve, pir meraq dike, radike niviştê û vedike. Ew nivişt dibe fîstaneka zêrîn û ji nav destê Mîrzade difire û diçe. Ereba zengî bi tirs şîyar dibe destê xwe davêja kezîya xwe lê nivişt tune. Pir li ber dikeve lê nîşanî Mîrzade nade.

Havînê şivanek pez diçêrîne dibîne ji dûr ve tiştek diçirise. Nêzîk dibe, dibîne fîstanek zêrîn li ser dara diriyê ye. Radike wê fîstanê û ber bi gund ve diçe. Di rê de ji xwe re dibêje ev fîstan layiqî jina min nîne, ez bidime axa belkî hinek ax û hinek pez bide min. Diçe mala axa ,axa wî fîstanî dibîne ji kêfa gêj dibe. Hinek pez û perçeyek erd dide şivan. Axa li wî fîstanî dinêre dibêje ne layiqî jina min e, herî çêtir ez bidime Mîr belkî gundekî bide min. Şeveqê zû radibe diçe qesra mîr û wê fîstana zêrin pêşkêşî Mîr dike. Mîr jî gundek dîyarî axa dike. Lê mîr jî dibêje ev fîstan layiqî jina min nîne, herî çêtir ez bidime key belkî bajêrek din bike bin fermana min û li hespê xwe siwar dibe, berê xwe dide qesra key. Derdikeve pêşberî key û wê fîstanê bi kêfxweşî pêşwazî key dike. Key dema  fîstan dibîne, ji hêrsan xwîn diçe mêjîyê wî û şûrê xwe dikşîne û dide sitûye mîr:
– Zû bêje te vî fîstanî li ku û çawa dît û xwedîya wê li ku ye?

Mîr hemûyan jêre dibêje ku şivanek li çolê dîtiye daye axa, axa aniye daye wî û wî jî ji keyê xwe re aniye. Key radibe kûpeka zêr dide mîr û wî verê dike.

Key bi lez ferman dide, çiqas sêrbaz hene li welat tîne qesra xwe. Çil sêrbaz çil roj û çil şevan pêşbirkê dikin, dawî pîrejineka heftê salî bi ser dikeve. Key hefteyek wext dide sêrbazê û dibêjê;
– Tu qîza min neynî ez ê serê te û yên hemû malbata te bifirinim.

Jinika sêrbaz bi lez fîstaneka bi du berîkan li xwe dike, hinek mewîj dike berîka rastê, hinek mewîjê bi jehr jî dike berîka çepê, dek û dolabên xwe digerîne û ji ber çavan wenda dibe.

Piştî du rojan tê li deriyê Mîrzade dixe. Mîrzade derî vedîke û dibîne pîrikeka heftê salî ye. Pîrik ji Mîrzade dipirse;
– Hûnê karibin min şevekê bihewînin? Ez ji hecê têm û gelekî westiya me.
Ereba zengî dibêje; tu bi min bikî qebûl neke. Mîrzade dibêje;
– De ka ev pîrejina hanê dikare çi zirarê bide me?
Wê vedixwîne malê. Jina Mîrzade diçe xwarinê çê dike. Pîrik û Mîrzade jî sohbetê dikin. Pîrik carnan destê xwe davêje berîka rastê û mewîja dixwe. Mîrzade dibêje; ka hinekî mewîjên hecê bide mîn jî. Pîrik destê xwe davêje berîka çepê û mewîjê bi jehr dide wî. Mîrzade çend heban davêje devê xwe, yekser ji xwe ve diçe. Pîrik bi lez dek û dolabê ji binê pêşa xwe derdixe û sêra xwe li dar dixe û Ereba zengî direvîne.

Pîştî çend rojan karwanek Bazirgan li deriyê Mîrzade dixin, lê tu kes bersivê nade, dikevin hundir dinêrin maleke xirûxalî, Mîrzade li ser doşekê bê rih û can e. Bazirgan dinêre mişkekî hat mewijek xwar û pêre jî ket. Piştî demekê mişkek din tê û di devê wî de gîyayek heye û dide ber pozê mişkê ku li erdê ye. Pîştî kêliyeka kin mişk ji erdê radibe û direve. Bazirgan radike wî gîyayî û diçe pişta malê, qevdek ji wî gîyayî tîne û dide ber pozê Mîrzade. Mîrzade jî piştî kêliyekê bi hişê xwe ve tê û rewşê fam dike, spasiya xwe li Bazirgan dike û li hespê xwe siwar dibe, bi lez berê xwe dide welatê Zengiya. Dema nêzî bajar dibe, serê hespê xwe ber dide û dibêje hespê min li ber kîjan malî bisekine ez ê li wî deriyî bixim. Hesp tê li ber mala pêşîn radiweste. Mîrzade ji hespê xwe peya dibe û diçe li derî dixe, pîrejinek derî vedîke. Mîrzade dipirse;
– Pîrê ez ji welatekî dûr têm tê îşev karibî min bihewînî?
Pîrejin dibêje;
– Mêvan mêvanê Xwedê ye, li ser ser û çavan, fermo were hundir.
Mîrzade diçe hundir pîrê jêre xwarin tîne, xwarina xwe dixwe û ji pîrê dipirse;
– Xêr e li seranserê bajêr şahî û dîlan e?
– Xwedê ji xuşka min a sêrbaz qet razî nebe, çû qîza key a reviyabû bi paş ve anî û niha bê dilê wê daweta wê dikin.
– Pîrê tu çawa dizanî bê dilê xwe dizewice?
– Lawo ew keçik li ber destê min mezîn bû.
Mîrzade êdî diwêre û hemû serpêhatîyê xwe û Ereba zengî ji pîrê re dibêje û alîkarî jê dixwaze. Pîrê jêre dibêje;
– Sê roj in, ne xwarin dixwe ne jî kesî dibîne. Tîştekî we yê hevbeş heye ku te nas bike? Mîrzade gustilîka tiliya xwe derdixe û dide pîrê û dibêjê;
– Eger tu vê gustilîkê bigijînî wê, wê zanibe ez li jîyanê me.
Pîrik dibêje;
– Ez hatime dawiya temenê xwe. Ji bo ez we bigînim hev ez ê her tiştî bikim.
Pîrê radike gustilîkê dike nava tasa mast û berê xwe dide cîhê ku Ereba zengî li wir e. Li derî dixe û dibêje;
– Derî veke min ji te re mast aniye ji cem Mîrzade.
Ereba zengî bi lez derî vedike, radike tasa mast û bi tiliyên xwe li nav mast digere, heya gustilîkê dibîne û ji pîrikê dipirse;
– Dayê Mîrzade li mala te ye?
– Erê li mala min e, her dişt amade ye em li benda te ne.

Piştî vê axaftinê pîrik diçe.

Derengê şevê Ereba zengî bi dizî ji malê der tê û diçe mala pîrê, xatir ji pîrê dixwazin, li hespê xwe sîwar dibin û berê xwe didine welatekî ne dîyar.

Çîroka me çû dîyara rehmet li dê û bavê gohdara!

Min vê çîrokê 47 sal berê ji pîra xwe XÊLYA gohdar kiribû. Xuda wê bi rehma xwe şad bike.

Kaynak: ÇîROKA SÊ BIRAYAN – Amîda Kurd

Babetên bi vê mijarêve girêday