Cezaya zîndanê dan serbazên Alman ên ku li Girîtê alaya Almanyayê çikandin

Cezaya zîndanê dan serbazên Alman ên ku li Girîtê alaya Almanyayê çikandin

WAAR_Duhok:

Dadgeha Yewnanistanê 3 sal tecîlkirî 10 meh cezaya zîndaê da 2 serbazên Alman ên ku li Girîta girava Yewnanistanê alaya Yewnanistanê danîn û şûna wê alaya Almanyayê çikandin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Yewnanistanê da cî girtin 2 serbazên Alman ên 23 salî yên ku li baregeha NATOyê ya li herêma Hanyayê peywirê dikin alaya Yewnanistanê yê li ser tehtekî li kepiya Stavrosê danîn û şûna wê alaya Yewnanistanê daçikandin.

Li ser îxbara welatiyan polês hatin cihê bûyerê û serbazên Alman hatin binçavkirin û piştî miameleyên li dozgeriyê ew derxistin mehkemeyê.

Eskerên Alman di îfadeyên xwe yên li mehkemeyê da diyar kirin ku “niyeta wan xirab nebû û bêmelheze tevgeriyan”. Esker ji ber sûcê “heqareta sembolên dewletê” sûcdar hatin dîtin û 3 sal tecilkirî 10 meh cezaya hepsê xwarin.

2 serbazên Alman bi şev di nezaretxaneyê da man û duh hatin dersînorkirin û ew şandin welatê wan.

Babetên bi vê mijarêve girêday