Ceferî: îraqê daxwaza hêzên bejahî ji Amerîka ne kirîye

Ceferî: îraqê daxwaza hêzên bejahî ji Amerîka ne kirîye

 

Waar –Duhok:

Îbrahîm Ceferî wezîrê derve yê Îraqê ragehand: Bexda daxaza hêzên serbazî yên bejahî ji çi welatên bîyanî nekirîne, piştî Barak Obama serokê Amerîka daxaz ji kongirêsê welatê xwe kirî bo bikarînana hêzên serbazî li Îraq û Sûrîyê.

Di serdana xwe da bo welatê Awustiralya Ceferî dîyar kir: ku hikûmeta Îraqê çend rênmayî û plan danayne û daxazkirina serbazên bîyanî li Îraqê bo berhingarbûna Daişê bixwe nagre, lê li dûv rewşa şer çêdibe ev yek bê guhertin.

Navhatî da xuyakirin ku çi welatekî serbazên herdemî li Îraqê nînin, lê neveşart ku hêzên Îraqî pêdvîyeka mezin bi hêzên asmanî û hewalgîrîya bîyanî heye.

Babetên bi vê mijarêve girêday