Çavuşoglu: Em ê konsolosxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê cardin vekin

Çavuşoglu: Em ê konsolosxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê cardin vekin

WAAR_Duhok:

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu îro bi seredanek fermî gihişte Bexdayê û digel Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Nivîsîngeha Serokwezîrê raspartî yê Iraqê di daxûyaniyekê de belav kir, di civînê de Çavuşoglu ragihandiye, Tirkiye amade ye hemû pirsgirêkên xwe digel Iraqê çareser bike, bi taybetî pirsa avê.

Herweha Wezîrê Derve yê Tirkiyê digel Serokê Tevgera Hîkme ya Niştîmanî Emmar Hekîm civiya.

Dihate çaverêkirin Wezîrê Derve herweha seredana Hewlêrê kiriba, lê bi daxûyaniyek dereng, ev seredan ji bo demek nediyar hate paşxistin.

 

Herwiha Çavuşoglu di serdana xwe ya fermî ya li Iraqê da bi Serokomar Berhem Salih ra civiya û piştî civînê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir wê konsolosxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê yên ji ber ewlehiyê hatibûn girtin cardin vekin.

Çavuşoglu balê kişand ser şerê dijî terorê û wiha got: “Tirkiye li gor hiqûqa navneteweyî terorîst li ku derê dibin bila bibin wê dijî terorê şer bike.”

Mevlut Çavuşoglu der barê bûyera Cemal Kaşikçi da diyar kir dixwazin bi Erebistana Siûdî ra di nav hevkariyeke nêz da bin û got divê ew jî bi me ra di nav hevkariyê da bin.

Çavuşoglu ji bona wendabûna Cemal Kaşikçi diyar kir piştî lêpirsînê wê rastiyên ku derketin holê bi dinyayê ra parve bikin.

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.