Çalekiya CHPê ya runiştinê

Çalekiya CHPê ya runiştinê
WAAR_Amed:
Partîya Komarîya Gel (CHP)ê li 81 bajêrên Tirkiyê yê û bakurê Kurdistanê çalekiya runiştinê ya heman dem dijî rewşa awerte li darxist. Çalekî li Amedî jî bi beşdarbuna parlementer, revebir, endam û aligirên CHPê yên şaxa Amedê û hinek endamên partî û rexistinan li qada Şex Seid hat pêkanîn.
Di serî de daxuyanîya hevpar ji aliyê serokê CHPê yê şaxa Amedê Mehmet Sayin ve hat xwendin.
Sayin di daxuyanîyê de got: “Rewşa awarte piştî kotedayê hat ilan kirin û eve nêzi 2 sale welêt bi rewşa awarte tê revebirin. Rewşa awarte ew gaza rundik rêja li dayika hatî reşandine, rewşa awarte girtina rojnamegerane, rewşa awarte hemu opozisyonê weke terorist bi navkirine, rewşa awarte tayin kirina qeyyumane, rewşa awarte girtina parlementerane. Em ji 81 bajaran kesên li Enqereyê di koşke de hişyar dikin, em rewşa awarte naxwazin demokrasiyê di xwazin.
Ji aliyê din ve parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî axaftineke kir û got: “Erdogan li wanê got “Me rewşa awarte ji welêt rakir” ev derewe. Ji xwe dema hun hatin ixtidarê tinê li Amedê û Şirnexê mabû ew jî biryara rakirina wê hatibu dayin. wan welateke bê rewşa awarte wergirtin. Wê demê di gotin rewşa awarte zilme. Niha jî ew bi xwe 81 bajêra bi zilmê revedibin. Ev hukumet hatiye asteke wiha ku bê rewşa awarte nikare tu tiştekê bike. Emê vê zilmê rakin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.