Bermîla petrola brent bi 70,22 dolarî tê firotin

Bermîla petrola brent bi 70,22 dolarî tê firotin

WAAR_Duhok:

Li bazarên navneteweyî bermîla petrola brent bi 70,22 dolarî tê firotin.

Bermîla petrola brent duh bi 71,10 dolarî dest bi rojê kiribû û di dawiya rojê da bi 70,61 dolarî hatibû firotin. Îro jî bermîla petrola brent ji saet 09.19an pê va li gor do êvarê ji sedî 0.55 kêm bû û dakete 70,22 dolarî.

Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 61,69 dolarî hat firotin.

Îdareya Enformasyona Vejenê (EIA) ya Amerîkayê diyar kir ku stoqa wan a petrola xam hefteya çûyî 4 milyon bermîl kêm bû (ji sedî 0,8) û dakete 466,6 milyon bermîlan.

Hêviya piyaseyê ew bû ku stoq 1,2 milyon bermîl zêde bibe. Hefteya borî stoqa petrola xam li gor hefteya beriya xwe 9,9 milyon bermîl zêde bibû.

Babetên bi vê mijarêve girêday