Bermîla nefta brent bi 69,87 dolarî tê firotin

Bermîla nefta brent bi 69,87 dolarî tê firotin

WAAR_Duhok:

Li bazarên navneteweyî bermîla nefta brent bi 69,87 dolarî tê firotin.

Bermîla nefta brent roja înê heta 72,10 dolarî zêde bû û roj 71,40 dolarî girt. Îro jî bermîla nefta brent ji saet 09.21an pê va ji sedî 2,14 kêm bû û bû 69,87 dolar. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 60,56 dolarî hat firotin.

Li gor daneyên heftane yên Baker Hughesa şirketa xizmeta qada petrolê, li Amerîkayê hejmara kuleyên sondajê yên neftê di navbera 27 nîsanê-3yê gulanê da li gor hefteya beriya xwe 2 zêde bûn û bûn 807.

Pispor dibêjin ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ewê rêjeya baca gumrukê ya alavên ji Çînê tên ji sedî 10î heta ji sedî 25an derxe di piyasayên neftê yên kurewî da tirsek çêbû, ji ber vê bihayê neftê kêm bû.

Babetên bi vê mijarêve girêday