Bermîla nefta brent 64,57 dolarî ye

Bermîla nefta brent 64,57 dolarî ye

WAAR_Duhok:

Li bazarên navneteweyî bermîla nefta brent bi 64,57 dolarî tê firotin

Bermîla petrola brentê roja înê di nav rojê da hetanî 64,93 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 64,88 dolarî hatibû firotin. Îro jî bermîla petrola brentê ji saet 09.01î pê va li gor roja înê ji sedî 0,47 kêm bû û dakete 64,57 dolarî.

Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,46 dolarî hat firotin.

Li gor daneyên heftane yên şirketa sehaya neftê Baker Hughes, hejmara kûleyên sondaja neftê ya Amerîkayê di navbera hefteya 29ê hezîranê û 5ê tîrmehê da li gor hefteya beriyê 5 kêm bû û daket 788an.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 66,34 û 64,76 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 63,18 û 62,20 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday