Berdevkê HDPê Gunay Kûbîlay: Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e

Berdevkê HDPê Gunay Kûbîlay: Qedera Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê yek e

WAAR_Amed:

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay li ser tayînkirina Qeyyuman a ser şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Merdîn û Wanê û mijarên di rojevê de li Enqere bi kongreyak rojnamewarî de nirxandin û wiha got:
”Li tayînkirina qeyûman vîyana gelê kurd hatiye xespkirin û ev yek ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye. Piştî tayînkirina qeyûman, gel pêre li vîyana xwedî derket. Gel nîşan da ku ji bo girtina tişta ku yê wî ye, bi rêyên meşrû û demokratîk dev ji lêgerîna mafê xwe dê bernade.
Parlamenterên bi lîncê hatin derbkirin û birîndar bûn. Parêzer, rojnameger, akademîsyen bi derbkirinê hatin binçavkirin. Bi dehan welatî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Li kuçeyan bi awayekî fermî îşkence li welatiyan hat kirin. Tişta ku hatiye kirin ji hêla herkesî vê tê zanîn ku darbeya qesrê ye. Ji bilî AKP, MHP û Perînçek ku bûye dûvikan wan, ji aliyê her derdorî ve bertek hatin nîşandan. Gelên Tirkiyeyê helwesteke demokratîk a baş nîşan dan û HDPê bi tenê nehiştin.
Heger ev gef neyê defandin dê bi demê re şaredariyên Stenbol û Enqere jî bigire nav xwe. Lê vê carê hesabê şaş li dîwarê demokrasiyê qelibî û kesên ku li hemberÎ tayînkirina qeyûman a sala 2016an bêdeng man vê carê dengên xwe derxistin û ji derewên Soylû bawer nekirn. Bi vê yekê kêfa kesên ku ji darbeyê bi hêvî bûn di qiriqa wan de ma. Em ji vê derê dipirsin û dibêjin sûcê hevşaredarên me çibû? Em daxuyaniyeke hiqûqî dixwazin. Vê daxuyaniyê nadin û dê nedin jî. Jixwe Serokkomar Erdogan beriya hilbijartinê gotibû ku dê vîna gel nas neke û qeyûman tayîn bike.”

Kûbîlay destnîşan kir ku HDPê xwediyê vîna ku serî bi derewên desthilatê re derxeye û wiha berdewam kir:
”Lewra HDPê hêza xwe ji meşrûyeta xwe ya demokratîk û mafdariya xwe digire. Em bang li desthilatê dikin ku di biryarê de poaşde gav bavêje, peywira hevşaredaran careke din radestî wan bike û rûreşiya ku aniye ser Tirkiyeyê paqiş bike. Hevşaredarên me hê jî hevşaredarên me yên meşrû yên hilbijartî ne. Em ê weke HDPê li vîyana gelê xwe ya siyasî ku hatiye xespkirin, xwedî derkevin û şaredariyan ji qeyûman bigirin.
Qedera hemû gelên Tirkiyeyê yek e. Çawa ku qedera Çiyayê Kazê û Heskîfê yek e, wiha qedera Amed, Wan, Merdîn û Stenbol, Enqere, Îzmîrê jî yek e. Ji ber vê sedemê em bang li her kesê xwedî wijdan, adelet, hiqûqê dikin ku xwedî li demokrasî û vê berxwedana bi rûmet derkevin î piştevaniya hevşaredarên me yên Amed, Mêrdîn û Wanê bikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday