Barzanî: Kurdistan sedemê aloziyan nine û amadeye danûstandinan bike

Barzanî: Kurdistan sedemê aloziyan nine û amadeye danûstandinan bike

WAAR_Duhok:

Serok Barzanî li gel balyozê Almanya li Îraqê civiya û ragihand: Herêma Kurdistanê sedemê peydabûna alozîyan nebûye û amadeye danustandinên bê merc li gel Bexdayê bike.
Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li Pîrmamê pêşwazîya Sîrîl Nan balyozê Almanya li Îraqê kir û herdu alîyan qeyrana sîyasî ya piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê û alozîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Balyozê Almanya di civinê de da zanîn: Berlîn naxwaze seqamgîrî û silametîya rojhelata navîn bibin qurbanîyên kêşeyên sîyasî û amadeye navbeyinkarîya Hewlêrê û Bexdayê di danûstandinên çareserkirina hemû alozîyan da bike.
Serok Barzanî jî dupat kir: Gelê Kurdistanê di piroseyeka aştîyane û demokirasî de xwasta xwe dîyar kiriye û ne referanduom ne jî ti bizaveka sîyasî ya Herêma Kurdistanê bûye sedema peydakirina alozîyên niha yên di navbera Kurdistanê û hikumeta Îraqê da.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.