Barzanî: gelê kurdistanê bi rêyên aştî û diyalogê daxwaza mafên xwe dike

Barzanî: gelê kurdistanê bi rêyên aştî û diyalogê daxwaza mafên xwe dike

WAAR_Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê ragehand;  Gelê Kurdistanê dixwaze boçûna xwe bi gehîne civaka Nêvdewletî û bi rêyên aştî û diyalog û lêktêgehiştnê daxwaza mafên xwe dike.
Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ev yek îro li dema pêşwazî li şandeka hizba kongireya Niştîmanîya Îraqê bi serokatîya Aras Hebîb skirtêrê wê hizbê û şanda di gel da kir ragehand û got: Gelê Kurdistanê hemû rê ji bo alîkarî û pêkvejiyanê di çarçûveyê Îraqê de taqî kirîne, lê herdem retkirye û piştguh avêtîya lew gelê Kurd dê bi rêyên aştîyane daxwaza mafên xwe bike.
Skirtêrê hizba kongreya Niştîmanîya Îraqî jî piştevanîya xwe ji bo encamdan û serxistina Referandûma Herêma Kurdistanê diyarkir.
Rewşa siyasîya Îraqê û helbijartinên dahatî û nebûna tewafiqê û şeraketê tewerekê din yê danustandinên Barzanî û şanda kongireya Niştîmanî bû, herdu aliyan jî dupatî li hemahengîya dinavbera xwe da li ser pêşhatên siyasî yên Îraqê kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday