Bangeşe, kar û xebatên hilbijartinên Tirkîyê berdewam dike

 Bangeşe, kar û xebatên hilbijartinên Tirkîyê berdewam dike
 WAAR_Amed:
Li Tirkîyê partîyen sîyasî û berbijerên serokkomarîya Tirkîyê dijî berbijerê serokkomarîya Tirkîyê ye Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Silhedîn Demîrtaş, li qada û bajarên cuda cuda xebatên xwe berdewam dikin.
Jibo hilbijartinên peşvexwt 10 roj mane û agirê hilbijartinan her diçe xurtir dibe.
Hejayê gotinêye li ser biryara lijneya bilind ya hilbijartinên Tirkîyê qedexeyên hilbijartinan jî destpekirin û li gor ve partîyen sîyasî an berbijer edî nikarin bi reya maîle an SMSan propagandaye bikin. Her wiha pêkanîna lêpirsîna jî hatîye qedexekirin tenê rapirsînen ji berîya qedexe hatîn pekanîn ji alîyê jîjan şerîkeye ve bit ev şerîke navnînanen xwe eşkere bike dikarî parve bike.
Hejayê gotinêye propagandaya li ser şaşa TRTê ya kenala hukumî jibo hinek berbijeran teybet jî jibo berbijerê serokkomarîya HDPê Silhedîn Demîrtaş gelêk giringe. Belê jibo propagandayen 17 û 23yên Hezîranê li ser şaşa TRTê berbijerê CHPê Muharrem Înce serledan nekiribû, Berbijera Partîya Baş Meral Akşenerê jî daxvaza xwe paşve kişand. Hat zanîn Serokkomarê Trkîyê û berbijere AKPê Recep Tayyîp Erdogan jî jibo zedêbuna mitîngan tevlî TRTê nabe. Li gor ve jî tenê berbijerê HDPê Silhedîn Demîrtaş, berbijerê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu û berbijerê Partîya Welat Dogu Perînçek ve vî mafê xwe kar bînin. Ev dîmen û peyamên Demîrtaş ve roja 17ê hezîranê li mitînga HDPê ya Stenbolê de jî bên karanîn.
Ev hilbijartin jibo HDPê gelêk giringin sedema ve jî partîyen din yên tevlî hilbijartinan bibin 2 tifaqen bi nave Cumhur û Millet pêkanîne û benda sede 10 jibo wan nabet asteng, belê HDPê tune tevlî hilbijartinan dibe û evjî dibe ji 6 milyonan zedetir deng dest xe we bine ku benda sedê 10e derbas bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.