Arsenal û Chelsea di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da bûn reqîb

Arsenal û Chelsea di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da bûn reqîb

WAAR_Amed:

Di pêşbirka nîvefînalê ya Lîga Ewropayê ya UEFAyê da Chelsea û Eintracht Frankfurt hatin hemberî hev.

Tevlî demên dirêjkirinê pêşbirk 1 û 1 bi beramberî qediya lê Chelsea di lêdanên penaltiyan da 4 û 3 bi ser ket û di fînalê da bû reqîbê Arsenalê.

Di 90 deqîqeyên ewil ên pêşbirkê da ji tîma Chelseayê Ruben Loftus-Cheek di deqîqeya 28an da gol avêt û tîma xwe 1 û 0 bi pêş xist. Li ser vê golê Luka Jovic ê ji Eintracht Frankfurtê di deqîqeya 49an a demên dirêjkirinê ya nîva ewil da golek avêt û skor bû 1 û 1.

Dema pêşbirkê bi beramberî qediya li ser vê demên dirêjkirinê hatin lîstin û wê demê jî skor neguherî û tîma ku derket fînalê di encama lêdana penaltiyan da diyar bû.

Cehelseayê di lêdanên penaltiyan da 4 û 3 ji reqîbê xwe bir û di pêşbirka fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da bû reqîbê tîma Arsenalê.

Herdu taximên Îngilîz di pêşbirka Fînala Lîga Ewropayê ya UEFA da wê 29ê Gulanê li Bakuya paytextê Azerbeycanê bên hemberî hev.

Babetên bi vê mijarêve girêday