Amerîka wê bi bihayê 6 milyar dolarî çekan bifiroşe MYE û Behreynê

Amerîka wê bi bihayê 6 milyar dolarî çekan bifiroşe MYE û Behreynê

WAAR_Duhok:

Amerîka wê bihayê 6 milyar dolarî çekan bifiroşê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Behreynê.

Li gor daxuyaniya ku ji Ajansa Hevkariyê Ewlehiyê ya Parastina Amerîkayê (DSCA) hat dayîn, Wezareta Karên Derva peymana firotina çekan tesdîq kir û der barê firotinê da agahî dan Kongreyê.

DSCA der barê firotinê da ji Kongreyê ra nameyek şand û di nameyê da hat gotin bihayê çekên ku wê bifiroşine Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê 5 milyar û 598 milyon dolar girt.

Li gor paymanê Behreynê bi bihayê 2 milyar û 478 milyon dolarî sîstemên fuzeyên Patrîotê kirîn.

Di paketa Behreynê da 36 lib MIM-104E fuzeyên Patrîotê yên barkirî, 32 lib fuzeyên AIM-9X, 20 lib fuzeyên AGM-84 Block II Harpoon,100 lib fuzeyên GBU-39 û gelek sîstemên çekan yên esmanî hene.

Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî bi bihayê 2 milyar û 730 milyon dolarî sîstemên fuzeyên Patrîotê û ekîpmanên wê kirîn.

Çekên ku wê Behreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bikirin şirketa Raytheon û Lockheed Martîn çêdike.

Rêveberiya Amerîkayê par jî bihayê 2 milyar û 400 milyon dolar çekên sîstemên parastina esmanî firotibûn Erebistana Siûdî.

Babetên bi vê mijarêve girêday