Amêdîyê.. Tirkîyê sinorê gundê Girgaşê bombebaran kir

Amêdîyê.. Tirkîyê sinorê gundê Girgaşê bombebaran kir

WAAR_Duhok:

Frokeyên Tirkîya îro sinorên deverdarîya Amêdîyê bombebaran kirin û li gorî Anadolê, 3ê endamên PKKê jîyana xwe ji dest daye.
Jimareka şahdhalan ji devera berê Gareyî ser bi deverdarîya Amêdyê ve bo WAARê diyar kir, frokeyên cengî yên Tirkiyê îro sat 9ê sibehê 2 êriş li deşta Spîndarê li pişta gundê girgaşê kirin û piştî demekê kêm, êrişeke din jî li heman dever kir.
Şahdhalan herwesa amaje kir, devera hatîye bombebarankirin, çole û çi xelik lê najît, lê goman hene armanca êrişan gerîlayên PKKê bin.
Derbarey êrişê, ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ragihand, frokeyên cengî yên Tirkîya 3ê endamên PKKê li devera Garey kirîne armanc.

Babetên bi vê mijarêve girêday