Almanya: Jinek 81 salî bawernameya toktorayê wergirt

Almanya: Jinek 81 salî bawernameya toktorayê wergirt

 

Waar–Duhok:

Jinek 80 salî li Almanya di pişka zanistê pirtokxane û zanyarîyan, doktora wergirt.

Rojnameya Bîld, ya Almanî belav kirîye: Hêlga Şvartis ku xanimeka Almanî ye,  jîyana xwe hemî li pertokxaneyan derbaz kirîye û her li jîyekê biçûk wê daxwaza xwandinê dikir, lê ji ber egerên aborî û xêzanî nikaribûye li gencatîya xwe xwendinê bi dawî bîne, lewma li sala hezar neh sed not û pêncê , li jîyê pêncî û neh salîyê, jinû bawernameya masterê, li xwendina êvarîya, piştî ku ji kar dizîvirî, bi dest xwe ve bîne.

Bîld da zanîn jî: îsal, li jîyê heştê û yek salîyê, wê xanimê, di warê zanista pertokxane û zanyarîyan da, bi vekolîneka 522 laper, bawernameya doktorayê li zankoya Azad ya Berlînê wergirtîye.

Diktor Hêlga Şvartis li dor armancên xwe yên paşerojê jî dibêje: wê bitinê ew daxwaz di jîyanê da maye û ew jî gerîyan û dîtina hemî kêşwerên cîhanê ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.